Sertîp Hatemî: Lêketina roketan li deverên sînorî yên Îranê nayê pejirandin
Cotmeh 06, 2020 14:04 Asia/Tehran
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê tevî amajeya bi lêketina roketan li deverên sînorî yên Îranê di encama pevçûnên leşkerî navbera Ermenistanê û Komara Azerbaycanê got: Ev kar bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Sêşemiyê bi gotina vêya ku ewlehiya welatî û sînornişînên Îranê pirr girîng e, got: Di vî warî hişyariyên lazim bo aliyên şêrr li Qerebaxê hatiye ragihandin.
Sertîp Hatemî hêvî kir ku hişyariyên Îranê ji aliyê cînarên ku mijûlî şerê Qerebaxê ne, bên berçavgirtin, ji ber ku heke ev lêketina roketan li navçeyên sînorî yên Îranê berdewam be, emê tevdîrên zêdetir bigirin ber xwe.