Cotmeh 03, 2020 16:49 Asia/Tehran
  • Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 179 nexweşên Koronayî jî can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar kesî bi Koronayê ketine û 179 nexweşên koronayî jî can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 523 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 401 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 468 hezar û 119 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 179 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 26 hezar û 746 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 387 hezar 675 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye derdora 35 milyon kesan ku ji wan zêde ji milyonek kesî jiyana xwe ji dest dane û  zêde ji 26 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Li Amerîkayê zêde ji 7 milyon û 500 hezar kesî bi Koronayê ketin û derdora 214 hezar can dane, di warê pêketina Koronayê candayîna ji ber wê Amerîka welatê yekim e.  

Serepeyv