Heta îro 2ê Cotmehê; Zêde ji 385 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 464 hezar û 596 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 385 hezar û 246 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 3552 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 464 hezar û 596 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 187 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 26 hezar û 567 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 35 miliyon kesî.
Ji vê hejmarê zêde yek miliyon kesî canê xwe ji dest dane û derdora zêde ji 25 miliyon kes jî baş bûne.
Zêdetirî hejmara tûşbûyiyan û goriyan bi rêzê 7 miliyon kes û 213 hezar kes li Amerîkayê ye.