Cotmeh 01, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Berdevkê wezareta derve ya Îranê: Îran nahêle deverên hevsînorê Îranê li bakur bibe navenda taluke û metirsiyê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê qet nahêle ku komên terorîst deverên hevsînorê Îranê li bakur bikin navenda gef û metirsiyê ji bo ewlehiya neteweyî ya welatê me.

Berdevkê wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di bersiva nûçegihanê ISNAyê derheq veguhestina endamên koma terorîstî ya PJAK û PKKê û herwiha veguhestina komên terorîstî yên Tekfîrî ji Sûriyê bo Herêma Qafqazê diyar kir ku îdiayên wiha şikber in û nehatine piştrastkirin û Komara Îslamî ya Îranê qet nahêle ku komên terorîst deverên hevsînorê Îranê li bakur bikin navenda gef û metirsiyê ji bo ewlehiya neteweyî ya welatê me. 

Xetîbzade herwiha got: Veguhestina şer û pevçûnan bo Qafqazê wê karesat û bobelayên gelekî mezintir  ji rageşiya Qerebaxê ji navçê re çêke.

Serepeyv