Heta îro 30ê Îlonê; Zêde ji 381 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 457 hezar û 219 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 380 hezar û 956 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 3582 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 457 hezar û 169 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 183 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 26 hezar û 779 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 34 miliyon kesî.
Ji vê hejmarê zêde yek miliyon kesî canê xwe ji dest dane û derdora zêde ji 24 miliyon kes jî baş bûne.
Zêdetirî hejmara tûşbûyiyan û goriyan bi rêzê 7 miliyon kes û 211 hezar kes li Amerîkayê ye.