Îlon 29, 2020 21:57 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Ewropî divê nehêlin boykotên Amerîkayê bandorê li pêwendiyên aborî yên wan bi Îranê re bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê razîbûna xwe derheq piştgiriya Yeketiya Ewropayê (YE) ji wan piştgiriya Portugalê ji Peymana Navokî diyar kir û ji van welatan xwest nehêlin boykotên Amerîkayê bandorê li pêwendiyên aborî yên wan bi Îranê re bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro dema ku sefîrê nû yê Portugalê Carlos Antonio da Costa Neves Pêbawerînama xwe pêşkêşî wî dikir, bal kişand ser 500 saliya pêwendiyên dîrokî yên du welatan û hêvîdariya xwe diyar kir ku pêwendiyên Îran û Portugal li gişt mijaran bi taybet di warê aborî de berfire bibin.

Ruhanî herwiha desnîşan kir ku Tehran dixwaze ku di warê pêşîgirtina li pandemya Koronayê bi Lîsbonê re hevkariyê bike û di vî warî de azmûnên xwe bêxe ber destê Portugalê.

Sefîrê nû yê Portugalê jî pêbawernama xwe pêşkêşî Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir û got ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe bi Îranê re berfire ke.  

Serepeyv