Îlon 26, 2020 16:34 Asia/Tehran
  •  Heta îro 26ê Îlonê; Zêde ji 367 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 443 hezar û 86 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 372 hezar û 51 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 3204 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 443 hezar û 86 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 172 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 25 hezar û 394 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 32 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 994 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 24 miliyon kes jî baş bûne.

 

Serepeyv