Îlon 26, 2020 13:13 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Navnîşana hemî cinayetên dijî gelê Îranê Koşka Sipî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi kiryarên dijminane yên Amerîkayê li dijî gelê Îranê, got: navnîşana hemî cinayetên dijî gelê Îranê Koşka Sipî ye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê, bi gotinaa vêya ku amerîkiyan di heyama du salên berê da bi boykotkirina xelet, neqanûnî û diijmirovî, her wiha operasiyona têrorîstî, herîkêm 150 miliyar dolar derbe li welêt dan, got: Wan heta pêşiya veguhestina derman û xwarekê bo Îranê girtin û hovîtiya herî mezin a dîrokê pêk anîn.

Rûhanî tevî amajeya bi dijayetiya Amerîkayê digel deyna pênc miliyar dolarî ya Îranê ji Sindoqa navneteweyî ya Dirêv jibo dabînkirina derman û alavên dermanî û nexweşxaneyan, got: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, wezîrê Cinayetê ye û şanaziyê bi dijminatiya tev gelê Îranê dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Çavkaniya gişt pirsgirêkên gelê Îranê ji siyonîsm, paşverûtî û tundrêtiyên Amerîkayê ye û roja îro fermandetiya van cinayetan dijî gelê Îranê, li Amerîkayê ye.

Rûhanî bi gotina vêya ku gelê Îranê li hemberî cinayetên Amerîkayê li ber xwe da, got: Hema wisa ku 40 salan berê gelê Îranê dorpêça Abadanê ji aliyê Rêjîma Sedam va işkandin, dê dorpêça Trump jî bişkênin.

 

 

Serepeyv