Îran û Pakistan jibo xurtkirina pêwendiyan şêwirîn
Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê û Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê riyên berfirehkirina danûstandinên çandî, aborî û civakî navbera parêzgehên sînorî yên du welatan hilkolandin.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Hesen Derwêşvend, Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê di hevdîtina bi Liyaqet Şahdevanî, Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê derbarê mijarên eleqedar, danûstandinên çandî û têkoşîna hevpar dijî Vîrûsa Koronayê şêwirîn.
Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê û Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê tevî amajeya bi pêwendiyên kevn ên du welatan, cînaretiya baş û mijarên hevpar ên dîrokî, mezhebî, çandî û civakî, li ser pêwîstiya berfirehkirina pêwendiyên çandî navbera parêzgehên 'Sîstan û Belûçistanê' û Belûçistana pakistanê û bazarçeyên ser sînor û têkoşîna hevpar dijî kêşeya Vîrûsa Koronayê pêgirî kirin.