Xetîbzade: Îstifadeya şerfiroşên amerîkî ji rojnamevanên zûbawer û zûxapok wek darê destan
Berdevka wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir : Şerfiroşên amerîkî hertim rojnamevanên zûbawer û zûxapok wek amûrekê bikar tînin da ku raya giştî bi ehmeqiyên xwe re bikin hevrê.
Berdevka wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di Twittera xwe de nivîsiye: Şerfiroş û şerxwazên dewleta George Bush serokomarê berê yê Amerîkayê, rojnamevanên zûbawer û zûxapok bikar dianîn da ku şerê 7 Tirîliyon dolarî yê li Iraqê bifiroşin xelkê û niha jî dîsa ev rewş tê wekilandin û Politico ji bo weşandina derewên xwe bikar tînin.
Xetîbzade diyar kir ku medyaya Amerîka divê pir hişyar bibe ku siyasetmedar wan ji xwe re nekin darê destan.
Web Site a POLITICO ji zarê raporên îstixbaratî yên Amerîka û rayedarên vî welatî yên nêzîkî dewletê îdia kiriye ku Îranê hewl daye sefîrê Amerîkayê li Afrîqaya başûr teror bike.