Îlon 14, 2020 17:33 Asia/Tehran
  • Bankirina sefîrê Almanyayê yê li Tehranê bo wezareta derve ya Îranê

Bi dû twittên vê dawiyê yên balyuzxana Almanyayê li Tehranê û mudaxileyên wê li qanûn û şêwaza dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, birêveberiya giştî ya beşa Ewropayê ya wezareta derve ya Îranê, sefîrê almanyayê bankir ku li wezareta derve amade bibe.

Li gor diyarkirina dayira giştî ya Ragihandina ya Wezareta Karên Derve ya  Komara Îslamî ya Îranê, birêveberiya giştî ya beşa Ewropayê ya vê wezaretxanê, îro kiryara derveyî erf û edeta dîplomatîk a balyuzxana Almanyayê li Tehranê wekî mudaxileya li karûbarên Îranê da zanîn û ew bi tundî şermezar kir.

Birêveberê giştî yê beşa Ewropayê ya Wezareta Karên Derve ya  Komara Îslamî ya Îranê, got: Mudaxileya li qanûn û qayide û qirar û pêvajoya dadweriya serbixwe ya Komara Îslamî ya Îranê, qet nayê qebûlkirin û tamulkirinê û hêviya me eva ye ku balyuzxana Almanyayê hed û wezîfeya xwe ya dîplomatîk bizane di çi astê de ye û piyê xwe zêde ji wê dirêj neke.

Di vî halî de Elî Baqirî sekreterê giştî yê Erkana Mafê Mirovan û alîkarê karûbarên navneteweyî yê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê jî derheq mudaxileya balyuzxaneyên hin welatên ewropî li Tehranê got: Ger balyuzxaneyên ewropî ji heq û însafê dûr in herî kêm divê ku ew edeba dîplomatîk berçav bigirin û her wek komeke opozesiyon derewan nekin.

Baqirî got: Zextên derveyî qet nabe bayîs ku şûrê edaletê yê Saziya Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê tûjbûna xwe ji dest bide û ne jî nabe sebeb ku sîbera berfire ya rejçhmet û dilovaniya Îslamî biçûk bibe.

Serepeyv