Îlon 13, 2020 18:07 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Amerîka di bidestxistina armancên xw eyên dijî Îranê tûşî işkestên bêmînak bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi kiryarên wêranker ên Amerîkayê li dijî aboriya Îranê, got: Dijmin ne tenê nekariye armancên xwe bi dest bixe, belkî tûşî işkestên bêmînak jî bûye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di merasima destpêbûna Sala Perwerdehiyê ya Zanîngeh û Navendên Perwerdehiya Bilind ku bi awayê vîdyo konferans hat lidarxistin, got: Dijminên gelê Îranê jibo bidestxistina armancên xwe demekê Konseya Ewlehiyê wek cihê liv û tevgerên xwe dizanîn û di mehên dawî da tûşî işkestine dîrokî bûne.

Rûhanî mijarine girîng weke plana dirêjkirina boykotên çekdariyê li dijî Îranê û hewildana jibo çalakkirina Mekanîsa Maşeyê (Trriple Mecanism) ji aliyê Amerîkayê va li ser bingeha Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ji wan babetan da zanîn ku amerîkî nekarîn di Konseya Ewlehiyê da serketinekê bi dest bixin û tûşî işkesteke dîrokî bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser serketinên mafzanî yên Îranê di Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê li hemberî Amerîkayê û got: Serketinên siyasî û mafzanî yên bidesthatî jibo Têhranê li hemberî Waşîngtonê bêmînak bûne.

Rûhanî tevî amajeya bi serketinên zanistî yên zanîngehên Îranê di warê cîhanî da û binirxzanîna van serketinan, got: Îro 40 zanîngehên îranî li nav koma zanîngehên sereke yên cîhanê ne û di warê afirandina zanistî ya cîgeha Îranê di çend salên dawî da ji 120 gihîştiye 65.

Perwerdehiya zêde ji sê miliyon û 700 hezar xwendekarên îranî li gorî pesendnameya Erkantiya Neteweyî ya Rêveberiya Koronayê bi awayê hevedudanî, amadeyî û înternetî pêşva diçe.

 

 

 

Serepeyv