Sala Perwerdehiyê ya Zanîngeh û Navendên Perwerdehiya Bilind li Îranê bi fermî destpê bû
Îlon 13, 2020 13:17 Asia/Tehran
Rêûrisma fermî ya destpêbûna Sala Perwerdehiyê ya Zanîngeh û Navendên Perwerdehiya Bilind îro Yekşemiyê bi beşdariya înternetî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Zanîngeha Têhranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di rêûrisma destpêka Sala Perwerdehiyê ya Zanîngeh û Navendên Perwerdehiya Bilind a Îranê, Wezîrên Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê û Tenduristiyê, serokên zanîngeh û navendên perwerdehiya bilind ên Îranê û komeke xwendevanan bi berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê beşdar bûn.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi awayê vîdyoyî beşdarî rêûrisma destpêbûna Sala Perwerdehiyê ya Zanîngeh û Navendên Perwerdehiya Bilind bûye û diaxive.