Zêdekirina dema dengdayînê dewra duyem a hilbijartinên Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê
Berdevkê Erkana Hilbijartinên Îranê ragihand ku dema dengdayîn ji bo qonaxa duyem a dewra 11-an a Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li 5 herêmên dengwergirtinê saetek dem zêde bû.
Qonaxa duyem a dewra 11-an a Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê îro Înê li deh herêmên dengwergirtinê ji saet 8 sibeyê despê kir.
Berdevkê Erkana Hilbijartinên ÎranêSeyd Îsmayîl Mûsewî derbarê van hilbijartinan ji nûçegihanan re got: Dema dengdayînê li du navendên hilbijartina Semîrom û Lincanê yên parêzgeha Îsfehanê , Navenda Ehwazê, Hemîdiye , Bawî û Karûn li parêzgeha Xûzistanê, navenda hilbijartinê li Kurdkoy, Tirkmen, Bendergez û Gumîşan li parêzgeha Gulistanê û navenda Hilbijartinê li Bîcarê li parêzgeha Kurdistanê saetek dem zêde bû.
Qonaxa duyem a dewra 11-an a Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê îro Înê ji bilî bajarên hanê li Kerec, Êştihar û Ferdîsê yên parêzgeha Elburzê, Dêhloran, Dereşehr, Abadanan û Bedre li parêzgeha Îlamê, Zencan û Tarem li parêzgeha Zencan û Bîcar li Kurdistanê û Kirmanşan, Îslam Abada rojava û Dalahû li parêzgeha Kirmanşanê ji îro sibê ve li dar ket.