Îlon 11, 2020 16:43 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ewropa divê terorîsma aborî ya Amerîkayê li dijî Îranê red bike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva borî bertek nîşanî gotinên rayedarên ewropî da ku ji Îranê xwestibûn Peymana Navokî bi tûm cih bîne da ku ti fukarek ji Ewropayê re derbarê bernama navokî ya bi aştî ya Îranê nemîne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di vê barê de di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî:Îran ji ber hegerên mezhebî û stratejîk  xwe nêzîkî bidestxistina çeka Atomî nake û ev hegera  hanê ji her lihevkirinekê bi hêz û qahêm e û eva têrê dike ku xwe ji çêkirina sîlahên navokî dêr bêxe.

Zerîf got: Ger sê welatên ewropî û Yeketiya Ewropayê dixwazin ku Îranê Peymana Navokî bitûm cih bîne û di vêbarê de şefafiyet û zelalî bikar bîne, divê ku ew terorîsma aborî ya Amerîkayê red bikin, çawaku wan li Konseya Ewlehiya NY kirarên Amerîkayê yên çewt û zalimane red kirin.

Wezîrê Derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê li rûniştina xwe ya pêncşemê ku berpirsê Siyaseta Derve ya YE jî bi riya vîdeo-konferansê beşdar bû, hewldanên Amerîkayê ji bo vegerandina boykotên navneteweyî li dijî Îranê red kirin û xwestin bila Peymana Navokî were parstin. Wan di vî halî de xwestin ku bila Îran bitûm Peymana Navokî cih bîne, eva di rewşekê de ye ku qet bi bîr naynin ku bi xwe pêsparte û sozên xwe yên li gor Peymanê ji bîr kirine û cih naynin.

Serokomarê Amerîka Donald Trump di 8 Gulana 2018 de ji Peymana Atomî (Navokî) derket û gişt boykotêîn vî welatî li dijî Îranê vegerandin, di vî halî de welatên ewropî yên endamên Peymana Navokî ev karê Amerîkayê şermezar kirin, lê di pratîkê de ti karek ji bo dabînkirina berjiwendiyên Îranê yên li gor peymanê nekirin û Îran neçar ma li gor bendên 26 û 36 di çarçova çend gavan pêsparteyên xwe yên li gor Peymana Navokî kêm bike.    

Serepeyv