Îlon 08, 2020 16:13 Asia/Tehran
  • Heta îro 8ê Îlonê; Zêde ji 337 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 391 hezar û 112 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 337 hezar û 414 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2302 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 391 hezar û 112 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 132 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 22 hezar û 542 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 27 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 897 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 20 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv