Îlon 05, 2020 16:16 Asia/Tehran
  • Heta îro 5ê Îlonê; Zêde ji 332 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 384 hezar û 666 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 332 hezar û 131 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 1894 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 384 hezar û 666 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 110 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 22 hezar û 154 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 27 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 879 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 19 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv