Wezîrê Berevaniyê yê Îranê: Çerxa berhemanînê ya welêt dê neyê rawestandin
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê rê nedin ku dijmin û pergala serdestîxwaz bi astengkirina warêaboriyê, çerxa berhemanîna welêt bide rawestandin.
Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp 'Emîr Hatemî', Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Pêncşemiyê di rêûrisma vekirina pêşangeha bizava tîkeçêkirina xwecihî ya Wezareta Berevaniyê li Têhranê, got: Ev pêşangeh şiyana hêzên çekdar ên Îranê di warê tîkeçêkirin û serketina mezin di işkandina boykotên zalimane û wêdadayîna her cûre girêdayîbûn bi pergala serdestîxwaz e.
Sertîp Hatemî got: Hêzên çekdar û Wezareta Berevaniyê pêşengê xwebawerî, palpiştiya bi xwe û nêrîna li hundirê welêt jibo parastin û xurtkirina hêza pêşîlêgir a Komara Îslamî ya Îranê ye.
Pêşangeha Bizava Tîkeçêkirina Xwecihî ya Wezareta Berevaniyê di du warên leşkerî û ne-leşkerî 2000 tîke ji destkeftên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê radixe ber çavan.