Îlon 02, 2020 18:22 Asia/Tehran
  • Heta îro 2ê Îlonê; Zêde ji 327 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 378 hezar û 752 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 326 hezar û 801 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 1858 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 378 hezar û 752 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 125 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 21 hezar û 797 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 26 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 861 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 18 miliyon kes jî baş bûne.

Serepeyv