8 Şehrîwer/ 29 Tebaxê, li Îranê roja Rawestana li ber Terorîsmê ye
Îro şemî heştê Şehrîwerê (29 Tebaxa 2020) salroja şehîdbûna serokomar û serokwezîrê berê yên Îranê bi destê terorîstên Minafiq e û ji ber viya ev roj li Îranê werk Roja Rawestana li ber Terorîstan hatiye binavkirin.
Di roja 8 Şehrîwera 1360 a Koçî-Tavî hevgavê 30 Tebaxa 1981 de koma terorîst a Munafiqan bi teqandina nivîsgeha serokwezîrtiyê serokomarê wê demê yê Îranê Muhemed Elî Recayî û serokwezîrê wî Muhemed Cewad Bahuner bi grûpek ji endamên dewleta Îranê şehîd kirin.
Koma terorîst a Munafiqîn piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê di sala 1979 de zêde ji 17 hezar îraniyên sivîl û rayedarên Komara Îslamî ya Îranê teror û şehîd kirin.
Endamên Koma terorîst piştî van kiryarên terorîstî di encama berxwedana hêzên îranî li welêt têkçû û endamên wê reviyan Parîsa Fransayê û piştî wê çûn Iraqê.
Sedam Dîktatorê Iraqê ev koma terorîst wek darê destan bikar tanî, çawaku di salên 1991 heya 1992 ew li dij kurdên Iraqê bikar anî bona serkutkirina rabûna wan û wan gelek jin û zar û mêrên kurd kuştin û birîndar kirin.
Piştî ketina Iraqê bin destê Amerîkayê ev koma terorîst maweyekê li Wargeha Lîberty ma û piştî wê ew şandin Albanyayê daku kar û kiryarên xwe bi azadî ve li wî welatî bidomîne.
Tevî piştgiriya welatên rojavayê ji vê koma terorîst û pêngavên welatên hanê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, ev welata wek hêzeke li dijî Terorîsm li navçê û cîhanê ma û bi caran li dijî terorîstan alîkariya welatên cînar û navçê kiriye. Herwek alîkariya Îranê ji bo Iraq, Sûriye û Efxanistanê li şerê dijî terorîstan.