Tebax 28, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Rûsyayê Amerîka ji ber îsrara ser vegerandina boykotên li dijî Îranê tevî dijberiya Konseya Ewlehiyê, rexne kir

Nûnerê Rûsyayê li Rêxistinên Navneteweyî li Viyenaya Otrîşê Mîxayîl Ulyanov şeva borî rexne li Amerîkayê girt ji ber ku li ser vegerandina boykotên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) yên li dijî Îranê îsrarê dike, eva di rewşekê ye ku piraniya endamên Konseya Ewlekariyê ya NY ev hewldan û daxwaza Amerîkayê red kirine.

Li gor ajansa Farsê Ulyanovdi dewamê de di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsiye:Piraniya endamên Konseya Ewlekariya NY hewldanên Amerîkayê ji bo vegerandina boykotên li dijî Îranê bê bandor dizanin.

Piştî bêencambûna hewldanên Amerîkayê ji bo pejirandina reşnivîsa biryarnama dirêjkirina dema boykotên çek û sîlan a li dijî Îranê, xebitî ku "Mekanîzma Kişokê" ya ya li gor Peymana Navokî û diyarbûyî li biryarnama 2231 a Konseya Ewlekariya NY bêxe meriyetê û li gor wê boykotên vê konseyê yên li dijî Îranê vegerîne, eva di rewşekê de ye  ku Amerîka ji vê Peymanê û biryarnamê derketiye û ti mafeke xwe bona bikaranîna vê mekanîzmê tineye. Her ji ber vê yekê ev hewldanên Amerîkayê jî ji aliyê endamên Konseya Ewlehiya NY red bûn.

Serepeyv