Tebax 26, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) seredana Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê kir

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ku bo sefereke dîplomatîk hatibû Îranê, îro seredana Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê kir.

Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) roja Çarşemiyê seredana berhemên cûrbecûr li Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê ji wan Axîneya (Sofala) anîmasiyonê ya Bajarê Şewitî, Berhemên Cîruftê, Şûş, Tala Hexamenişî, Peykera giregirê Eşkanî û mêrikê ji xwê kir.

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bi nîşana bîreweriyê li lênivîska Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê nivîsî: "Derfeta sseredana vê mûzexaneya taybet û nasyariya digel dîroka dirêj a şaristaniyeta kevnare ya Îranê sebeba şanaziya min e."

 

 

Serepeyv