Rûhanî: Cîgeha profesiyonal a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) divê were xurtkirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê parastina serbixwetî, bêalîtî û profesiyonalbûna Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) gellek girîng da zanîn p got: Cîgeha profesiyonal a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) divê lki cem raya giştî zêdetir ji berê were xurtkirin.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di hevdîtina bi Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ra li Têhranê got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ji billî erkên teknîkî û pisporî di warê pademanê û protokola zêdekirî ku Îran bi awayê xwebexş wê cih tîne, têkildarî Peymana Atomî û parastina vê belgenameya çenalî jî berpirsiyariyeke girîng heye.
Rûhanî tevî amajeya bi lihevkirina navbera Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) û Rêxistina Enêrjiya Atomî ya Îranê di vê seferê da, got: Îranê dijminin sondxwarî heye ku li dûr pêkanîna kêşeyan jibo Îranê ne; Van dijminan him çeka atomî hene û him alîkariya ajansê nakin.
Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) jî di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji lihevkirina pêkhatî digel Rêxistina Enêrjiya Atomî ya Îranê di vê seferê da, li ser xurtkirina zêdetir ji berê ya hevkariyên Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) pêgirî kir.
Grosî got: Peymana Atomî ya digel Îranê bi wateya rastîn destkeft û pîvaneke mezin jibo hemî aliyan bû û jibo parastina wê erkeke girîng dane ajansê.
Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) her wiha bi gotina vêya ku xebata ajansê teknîkî û profesiyonal e, got: Nabe ku em rê bidin hokarên derveyî bandorekê li ser hevkariya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bikin.
Komara Îslamî ya Îranêû Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) di dawiya gerra durojî ya Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bo Têhranê û gotûbêja digel rayedarên îranî, daxuyaniyeke hevpar dan.
Li gorî daxuyaniya roja Çarşemiyê ya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA); Piştî şêwirînên giştalî yên du aliyan, Îranê û ajansê derbarê çareserkirina bi nêta baş a mijarên diyarkirî ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) têkildarî cihanîna Pademanê li hev kirin.
Di vê daxuyaniyê da hatiye: Îran dê bi awayê xwebexş du mekanên diyarkirî ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) va jêlra veke û çalakiyên ceribandina rastiyê ya ajansê jibo çareserkrina van mijaran hêsan bike; Rojên seredana ajansê û çalakiyên ceribandina rastiyê hatine lihevkirin.