Tebax 26, 2020 19:07 Asia/Tehran
  • Daxuyaniyab hevpar a Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA); Destûrdana Îranê jibo seredan adu cihên diyarkirî

Komara Îslamî ya Îranêû Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) di dawiya gerra durojî ya Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bo Têhranê û gotûbêja digel rayedarên îranî, daxuyaniyeke hevpar dan.

Li gorî daxuyaniya roja Çarşemiyê ya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA); Piştî şêwirînên giştalî yên du aliyan, Îranê û ajansê derbarê çareserkirina bi nêta baş a mijarên diyarkirî ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) têkildarî cihanîna Pademanê li hev kirin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Îran dê bi awayê xwebexş du mekanên diyarkirî ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) va jêlra veke û çalakiyên ceribandina rastiyê ya ajansê jibo çareserkrina van mijaran hêsan bike; Rojên seredana ajansê û çalakiyên ceribandina rastiyê hatine lihevkirin.

Di beşeka din a vê daxuyaniyê da hatiye: Çalakiyên ceribandina rastiyê yên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) li gorî lihevkirinameya giştalî ya pademan û protokola zêdekirî û şêwaza standard a ceribandina rastiyê, hema wisa ku jibo gişt welatên xwediyê lihevkirinameya giştalî ya pademanê û protokola zêdekirî cih tê, bi awayê beranber û bê cihêkarî dê cih bê.

Li gorî vê daxuyaniyê, li gorî vekolandina lêzanînên li ber destê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA), vê saziyê ti pirseke din ji Îranê  û ti daxwazek jibo seredana mekanên zêdetir ji tiştê ku ji aliyê Îranê va li gorî lihevkirinameya giştalî yta pademan û protokola zêdekirî hatiye gotin, tune.

Du aliyan di vê daxuyaniyê da destnîşan kirin: Serbixwetî, blaêîtî û xebata profesiyopnal a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) hema wisa pêwîstiya cihanîna çalakiyên ceribandina rastiyê ne.

Di daxuyaniya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) da her wiha hatiye:  bi parastina hemî lêzanînên nihênî yên pademanî li gorî rêziknameya ajansê, babetên têkildar di lihevkirinameya giştalî ya Pademanê û protokola zêdekirî û niuhênîbûna rejîm, standard û şêwazên tesbîtkirî yên ajansê, dê dilgiraniyên ewlehiyê yên Îranê hema wisa berçav bigire.

 

 

 

Serepeyv