Tebax 25, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Boykot derfetek jibo pêşketina Îranê bûn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Armanca girîng a dijminan ji girankirina boykota li ser Îranê alozkirina civakê û hilweşandina hikûmetê bi wateya rastîn bû; Lê bi yekîtiya dewlet û milet, ev yek serneket.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna digel Rêveberên payebilind ên medyayên welêt bi boneya Hefteya Dewletê, tevîê amajeya bi Hêza dîplomasiya Îranê di asta cîhanê da, têkçûna hewildanên dijî Îranê yên Amerîkayê li NY nîşana hêza siyasî ya Komara Îslamî da zanîn.

Rûhanî tevî pêgiriya li ser zêdekirina şiyana Îranê ya Berevaniyê, Pedafenda Asimanî ya Bawer 373 û Keştiya Binderyayî û Mûşeka Krûza deryayî ku hefteya pêş hatin nimandin, ji şiyanên berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê bi bikaranîna zanista xwecihî da zanîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku di abor û Kompaniyên Zanistbingeh û Aboriya Dîjîtal karine mezin pêk hatine, ragihand: Hejmara kompaniyên zanistbingeh ji 55î gihîştiye 1200î û ev mezinbûneke ji sedî 95 nîşan dide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi gotina vêya ku derfirotina ne-neftî ji derkirrînê zêdetir bûye, got: Palpiştiya bûdceya welêt bi neftê kêm bûye û bo cara yekem di 41 salên borî da tek-reqemî bûye ku ev derfet piştî boykotan jibo Îranê pêk hat.

 

 

 

Serepeyv