Tebax 25, 2020 13:32 Asia/Tehran
  • Sertîp Hatemî qala qonaxeke nû ya Hevkariyên Berevaniyê navbera Îran û Rûsiyê kir

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got: Bi bidawîhatina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê, qonaxeke nû ya hevkariyên berevaniyê navbera Têhran û Moskovayê dê destpê bibe.

Emîr sertîp 'Emîr Hatemî', Wezîrê Berevaniyê yê Îranê di gotûbêja bi kanala Russia24ê ra ku roja Sêşemiyê hat weşandin, tevî amajeya bi boykotên çekdariyê li dijî Îranê, got: Dema van sînordariyan dê roja 17ê Cotmehê bi dawî were û Îran û Rûsiye bi wajokirina lihevkirinameya nû, pêwendiyên xwe yên dualî berfirehtir dikin.

Sertîp Hatemî bi gotina vêya ku Îran di serdema boykotan da bû berhemênerê çekan û serketinin mezin di vî warî da bi dest xistin, got: Têhran û Moskova divê ezmûn û tecrubeyên hevdu bi kar bînin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê her wiha tevî pêgiriya li ser "Berevaniya Çalak", got: Berevaniya Çalak yanî eva ku hêzên çekdar ên Îranê bi awayekî bên pergalkirin ku dijmin bizane heke destdirêjiyê bike, dê bersivekê werbigire ku ziyan û xisarên wê gellek zêdetir ji tiştekê ye ku di êrîşê da dikare bi dest bîne.

Emîr Hatemî bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê weke Iraq û Sûriyê ku têrorîstan beşine mezin jiaxa welatê wan dagîr kirin, dê tenê lê temaşe neke, got: Vê êrîşa têrorîstan gef li Îran, Sûriye, Iraq û heta Rûsiyê xwar.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê di sefera xwe ya durojî bo Moskovayê tevî hevdîtina bi hevpêşeyê xwe, Sêrgêyî Şaygo û rayedarên din ên Rûsiyê, seredana Pêşangeha û Komcivîna Navneteweyî ya leşkerî-teknîkî ya Rûsiyê ya bi navêl ARMY20ê jî kir.

 

 

Serepeyv