Tebax 22, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Rûhanî bi boneya Roja Pizişkan li Îranê peyama pîrozbahiyê da

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina Roja Pizişkan li Îranê, got: Wergirtina berpirsiyariya pizişkî, wêneyeke ron û zelal ji alîkariya yên din û şêwazeke mêrxasane ya jiyanê ye.

Îro Şemî li Îranê hevdem digel roja rojbûna Ebû Elî Sîna, bi nîşana nivîs û xizmetên wî yên binirx bo zanistên pizişkî û sipasiya ji pizişkan, wek Roja Pizişkan hatiye binavkirin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê ragihand: Roja Pizişkan a îsal derfetek jibo rêzgirtina ji wan qehremanan e ku bi dil û can tendurustiya gelê ezîz ê Îranê parastin; Ewên ku jibo "Filitandina" mirovan "Canê" xwe derbas bûn û bi mêrxasî li nav meydanê man.

Rûhanî tevî sipasiya ji berpirsiyarî, fedakarî û mêrxasiya pizişkan û hemî erkanên "Pergala serbilind a Tendurustiya Îranê", ragihand: Bîra dîrokî ya gel, dê van fedakariyan hevsengiyê têkoşîna têkoşerên welêt dayne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha îro di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê û bi boneya Roja Pizişkan li Îranê, qedra malbatên sê şehîdên warê tendurustiyê yên welêt girt.

Ebû Elî Sîna zanyarê îranî 450 pirtûk di warên cûrbecûr nivîsîne ku para pirtir a wan di warê pizişkî û felsefeyê ne.

 

 

Serepeyv