Tebax 18, 2020 15:37 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya koça dawî ya Hucet-ul-islam wel-muslimîn Tesxîrî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da ji ber koça dawî ya zanayê têkoşer û zimanê ron ê Îslam û Şîeyê, Hucet-ul-islam wel-muslimîn, "Muhemed Elî Tesxîrî" sersaxî got.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di vê peyamê da tevî sersaxîdana bi boneya koça dawî ya Hucet-ul-islam wel-muslimîn Tesxîrî bo binemal, yên mayî û gişt hevkar û dostên wî, ragihand: Karnameya vî mêrê newest di cûreyên xizmetên mezin li civatên cîhanî yên Îslamî bi rastî ron û zelal e.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî hêvîkirina rehmet û mexfireta Xwedê jibo Hucet-ul-islam wel-muslimîn Tesxîrî, ragihand: Vîna xurt û dilê wî yê xurt heta di salên dawî da li hemberî lawaziyên bedenî ser diket û hebûna bibandor û bereketa wî di her nuqteyeke pêwîst û sûdmend da berdewam dikir.

Hucet-ul-islam wel-muslimîn Tesxîrî, Serokê Konsseya Bilind a Civata Cîhanî ya Lihevnêzikkirina Mezhebên Îslamî û Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê Cîhana Îslamê da ku ji ber kêşeya dil li nexweşxaneyeke Têhranê dihat tedawîkirin, îro Sêşemiyê di temenê 76 saletiyê da emrê Xwedê kir.

Ew ji kesayetiyên naskirî yên zanistî û çandî yên cîhana Îslamê bû ku hertim di nasandina durust a Şîetî û pêkanîna hev-têgihîştin û hevdiliyê navbera misilmanan hewil dida û xizmetine binirx di vî warî da li Îslam û Şîetiyê kir.

Ji vî zanyarê misilman bi dehan pirtûk û bi sedan meqale hatine nivîsîn an wergernadin û çapkirin.

 

 

 

Serepeyv