Tebax 15, 2020 19:13 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 296 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û nêzîkî 296 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro şemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 245 kesên din pozetîv derketiye ku 943 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 341 hezar û 70 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 161 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 19 hezar û 492 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 295 hezar 630 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 21 milyon û 380 hezar kesan derbaqs bûne ku ji wan herî kêm 764 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  14 milyon û 165 hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv