Ruhanî: Komploya Amerîka ya boykotkirina Îranê di warê çek û sîlahan de bi serşûrî têkçû
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bal kişande ser şikesta dîrokî ya Amerîkayê li Konseya Ewlekariya Navneteweyî û got: Amerîka di komploya xwe boykotkirina çek û sîlahan de bi serşûrî û serbijêrî şikest.
Biryara pêşniyarkirî ya Amerîkayê ji bo berdewamkirina ambargoyên çek û sîlahan li dijî Îranê di Konseya Ewlekariyê ya NY de bi 11 dengên bêteref û 2 dengên Erê û 2 dengên na yên Rûsya û Çînê hat redkirin.
Ruhanî îro li rûniştina Erkana Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Koronayê anî ziman ku şikesta duh ya Amerîka li Konseya Ewlekariya NY di dîrokê berxwedana Îranê li hemberî Îstikbarê de dimîne û got: Hegera redkirina biryarnama pêşniyarî ya Amerîkayê eva ye ku parastina Peymana Navokî ji bo xêr û kara navçê û cîhanê pêwîst e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Amerîka ji bo niximandina vê serşûrî û şermezariya ku di warê biryarnama pêşniyarkirî de jê re çêbûye radigehîne ku 4 keştiyên îranî dane sekinandin û di vê barê de got: Amerîka di rewşekê de vê îdiayê dike ku keştî û alayên ser wan ne yên Îranê ne û derewke wiha bi tenê ji bo niximandina serşûriya çêbûyî ji Waşîngtonê re li Konseya Ewlehiya NY ye.
Ruhanî redbûna biryarnama pêşniyarkirî ya Amerîkayê serkevtineke siyasî ji Îranê re û şikesteke siyasî û huqûqî ji Amerîkayê re da zanîn û hêvîdariya xwe diyar kir ku welatên navçê ji vê yekê dersê hîn bibin û xwe nêzîkî Rejîma zevtkar û zalim a siyonîst nekin.
Ruhanî normalkirina pêwendiyên Îmarat û Rejîma Siyonîstî şermezar kir û got: Karê Îmaratê nşaşitiyeke mezin e û eva xiyaneta li armanca Filistîn û Qudsa şerîf tê hesab.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê hakimên Îmaratê hişyar kirin ku piyê Rejîma Îsraîlê nekişînin navçê û got: Divê hûna tam hişyar bibin û ji şaşşitiya xwe ya mezin û bi îxanet şermê bikin û vê riya şaş û xelet ji viya zêde nedomînin.