Rûhanî bo Mekron: Bila Ewropa nekeve ber bayê Amerîkayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî bi Serokomarê Fransayê ra tevî amajeya bi vêya ku kiryarên Amerîkayê hertim jibo jinavbirina Peymana Atomî bûne, got: Nabe ku Ewropa bikeve bin bandora Amerîkayê û davika vî welatî.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di gotûbêja telefonî bi Êmanûêl Mekron serokomarê Fransayê ra bi gotina vê yekê ku li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ji 18ê Cotmehê va divê boykotên çekdariyê li ser Îranê bên rakirin, destnîşan kir: Biryarnameya ku amerîkiyan bo Konseya Ewlehiyê ya NY pêşniyar kirine, binpêkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê yeû gişt welat nemaze Koma 4+1ê divê bi tindî li dijî wê bin.
Rûhanî bi bîr xist: Ji ber ku Amerîka du salan beriya niha ji Peymana Atomî derketiye, tu mafekî xwe jibo bikaranîna rêbaza vê peymanê tune.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi kiryara neqanûnî û ne mirovane ya Amerîkayê ya sepandina boykotan li ser Têhranê tevî hebûna Pandemiya Koronayê, li ser pêwîstiya pêngavrakirina Ewropayê jibo çalakirina pêwendiyên aborî digel Îranê û hevkariya di warê Têkoşîna dijî KOVÎD-19ê pêgirî kir.
Rûhanî di dewamê da tevî amajeya bi rewşa Libnanê piştî teqîna mezin a hefteya bihurî li bajarê Beyrûtê, got: Libnanê hewcetî bi yekîtiya zêdetir navbera komên siyasî heye û gişt divê jibo pêkanîna vê yekîtiyê alîkariyê bikin.
Mekron jî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya parastina Peymana Atomî got: Nêrîna Fransayê derbarê dirêjkirina boykota çekdariyê li dijî Îranê tam ciyawaz e û ev mijar aşkira ji Amerîkayê ra hatiye ragihandin.