Heta îro 29ê Tîrmehê; Zêde ji 259 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 298 hezar û 909 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 259 hezar û 116 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2636 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 298 hezar û 909 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 196 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 16 hezar û 343 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 16 miliyon û 920 hezar kesî.
Ji vê hejmarê 664 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 10 miliyon û 485 hezar kes jî baş bûne.