Erdhejeke bi hêza 4.8 başûrê Îranê hejand
Tîrmeh 28, 2020 12:36 Asia/Tehran
Erdhejek bi hêza 4.8 navçeya Hocdekê li parêzgeha Kirmanê ya başûrê Îranê hejand.
Li gorî ragihandina navenda Hejpîvandinê ya Zanîngeha Têhranê, Ev erdhej saet 10 û 36 deqîqeya sibeha îro Sêşemiyê li navçeya Hocdeka şaristana Raverê ya Kirmanê qewimî.
Malik Ejderî, Qayîm Meqamê Raverê bi gotina vê yekê ku taximên nirxînera ziyanê bo navçeya Hocdekê hatine rêkirin, got: Heta niha tu raporek ji ziyan û goriyên gengaz nehatiye wergirtin.