Tîrmeh 24, 2020 14:42 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Rêxistina Gerrên Asimanî ya Îranê derbarê astengîderxistina firokeyên şêrr ên amerîkî jibo firokeya Mahanê

Rêxistina Gerrên Asimanî ya Îranê daxwaza hilkolandina bilez a mijara astengîderxistina firokeyên şêrr ên amerîkî li hemberî firokeya rêwîhilgir a Mahanê ji aliyê Konseya Rêxistina Navneteweyî ya Gerrên Asimanî yên ne-leşkerî (IKATO) va kir.

Li gorî rapora roja Îniyê ya beşa pêwendiyên giştî ya Rêxistina Gerrên Asimanî ya Îranê, Li pey astengîderxistina firokeyên şêrr ên Amerîkayê jibo balefira Kompaniya Geştên Asimanî ya Mahanê bi hejmara firînê ya 1152ê ku roja Pêncşemiyê di korîdorên navneteweyî yên asimanî li asimanê Sûriyê ji firokexaneya navneteweyî ya Îmam Xumeynî ebr bi Beyrûtê va bi rê ketibû, hejmareke rêwiyan ji ber berteka firokevên jibo lêneketina li firokeyên astengker, birîndar bûn.

Firokeya Mahanê piştî piştrastbûn ji ewlehbûna firînê û daketina li firokexaneya Beyrûtê, berbanga îro Îniyê vegeriya firokexaneya navneteweyî ya Îmam Xumeynî (Re) ya Têhranê.

 

 

Serepeyv