Tîrmeh 18, 2020 10:33 Asia/Tehran
  • Îran amade ye jibo kêmkirina kêşeyê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê navcîtiyê bike

Wezîrê karên derve yê Îranê amadetiya Îranê jibo navcîtî û kêmkirina kêşeyê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ragihand.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê li dû tayînkirina Ceyhûn Bayramov wek wezîrê karên derve yê nû yê Komara Azerbaycanê, di gotûbêja telefonî bi wî ra, tevîpîrozkirina vê tayînkirinê û pêgiriya li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî, mixabiniya xwe ji pevçûnên vê dawiyê navbera hêzên azerî û ermenî û mirina hejmareke çekdaran diyar kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê gotûbêjê da careke din amadetiya Îranê jibo navcîtî û kêmkirina kêşeyê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ragihand.

 

Serepeyv