Rabûna lehiyê li Boralana Makûyê bû sedema xisarên giran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i317654-rabûna_lehiyê_li_boralana_makûyê_bû_sedema_xisarên_giran
Qaymeqamê Makûyê îro li dema serdana deverên lehî girtî ji nûçegihanê IRNAyê re got: Şeva borî ji ber barîna tund a baranê li devera Boralanê lehî rabû û xisarên giran gihandin rê, pirî, konên eşîretan û heşt gundên navçê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 19:16 Asia/Tehran
  • Rabûna lehiyê li Boralana Makûyê bû sedema xisarên giran

Qaymeqamê Makûyê îro li dema serdana deverên lehî girtî ji nûçegihanê IRNAyê re got: Şeva borî ji ber barîna tund a baranê li devera Boralanê lehî rabû û xisarên giran gihandin rê, pirî, konên eşîretan û heşt gundên navçê.

Qaymeqamê Makûyê Husên Ebasî herwiha got ku ji ber lehiyê cadeya Bazargan bo Boralan li çend cihan wêran û xirab bû, herwiha çend pir jî wêran bûn.

Dest xwe ve piştî vê bûyerê beşdar wek birêvebirê Krîzê y navçê li nehiya Bazargan hat bijartin û wî bi hêzên hawargihan , Hilal Ehmer, agirkujiyê û rêdariyê  xwe gihande deverên ziyan dîtî bona alîkarîkirina xelkê û çareseriya pirsgirêkan.

Ebasî herwiha got: şukra xwedê vê lehiyê ti ziyaneke canî tinebû, lê xelkê eşîre zêde ji 100 pez û dewarên xwe ji dest dan.