Îtirafa Serşebekeyê malpera neyar a "Amad Newsê"ê: "Pêşniyara siûdiyan jibo birêxistina kanala nû ya dijî Îranê"
Serşebekeyê malpera neyar a "Amad Newsê"ê tevî mukurhatina derbarê hewildana Siûdiyan jibo birêxistina kanalên dijî Înqilaba Îslamî, got: "Siûdiyan jibo birêxistina kanala nû pêşniyareke 30 miliyon dolarî dane."
Beşa pêwendiyên giştî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 14ê Cotmeha 2019an bi daxuyaniyekê ragihand: "Rêxistina Îtila'atê ya Sipaha Pasdaran di operasiyoneke lihevalyayî da û bi rêbaza xapandina îtila'atî, 'Rûhullah Zem' ji endamên medyayî yên dijmin û şerê derûnî li dijî Komara Îslamî ya Îranê girt."
Rûhullah Zem ji serşaxeyên dijmin û Serşebekeyê malpera neyar a "Amad Newsê"ê di gotûbêja bi Kanala 2 ya Televîziyona Îranê ku êvara Îniyê hat weşandin, got: "Adil Cubeyr Wezîrê karên derve yê berê yê Erebistanê bi riya navciyekî bi wî ra kete têkiliyê da ku kanalek hevdem digel kanala "Iran International"ê were avakirin."
Zem her wiha got: "Baweriya Sidûiyan eva bû ku Kanala Iran International'ê êdî helwêstên li gorî Erebistanê naşopîne û jibo damezirandin û çalakiya kanala nû, bûdceyeke 30 miliyon dolarî di salê da berçav girtibûn."
Serşebekeyê malpera neyar a "Amad Newsê"ê derbarê têkiliya xwe bi servîsên sîxûriyê yên Fransa, Amerîka û welatên din jî got: "Ji aliyê Polîsê Fransayê telefon kirin û gotin ku dixwazin bi min ra kar bikin û piştevaniya aborî ji min bigirin ustiyê xwe da ku Îranê aloz bikin."
Zem got: "Mewqiya min cûrek bû ku min dikarî bi her cihekî ra ku bixwazim bikevim têkiliyê; Yanî min heta dikarî bi MUSADê ra jî bikevim têkiliyê."