May 09, 2020 19:16 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka divê ji ber derketina ji Perymana Atomî bersivdêr be

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Zorbêjiya qanûnşikên, nirx û hitbara Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dixe ber xeterê û gefek li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî ye.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê di twittera xwe da tevî amajeya bi nameya xwe bo Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê NY hevdem digel duyemîn salvegera rawestandina beşdariya Amerîkayê di Peymana Atomî da bi bîr xist: Amerîka divê ji ber derketina ji Peymana Atomî û neçarkirina aliyên din bi binpêkirina vê peymanê bersivê bide.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an tevî binpêkirina aşkira ya biryarnameya 2231ê bi awayekî fermî derketina yekalî ya Waşîngtonê ji Peymana Atomî ragihand.

Zerîf roja Îniyê bi nameyekê bo Sêkrêtirê giştî yê NY tevî pêgiriya li ser vêya ku dema wê yekê hatiye ku Konseya Ewlehiyê û endamên wê, cihanîna tam a Peymana Atomî ji aliyê hemî beşdaran va misoger bikin, ragihand: Ev cara yekem di dîroka NY da ye ku endamekî hertimî yê Konseya Ewlehiyê dewletên endam ji ber şopandina biryarnameyeke Konseya Ewlehiyê tembîh dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ragihand: Konseya Ewlehiyê dewsa çavdêriya bi sersarî derbarê dubarekirina van şêwazên bi bêrêzî yên Amerîkayê, diviyabû ku sepandina dubare ya boykotên neqabnûnî dijî gelê Îranê ku binpêkirina biryarnameya 2231ê û mafên  navneteweyî ye, bi tundî şermezar bike.