Zerîf ji aliyên ewropî yên Peymana Navokî rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i312215-zerîf_ji_aliyên_ewropî_yên_peymana_navokî_rexne_kir
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî rexneya ji tevgeriyana aliyên ewropî yên P got: Brîtanya, Fransa û Almanya nikarin bi bejn tewandina li ber Amerîkayê Peymana Navokî bifilitînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2020 05:12 Asia/Tehran
  • Zerîf ji aliyên ewropî yên Peymana Navokî rexne kir

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî rexneya ji tevgeriyana aliyên ewropî yên P got: Brîtanya, Fransa û Almanya nikarin bi bejn tewandina li ber Amerîkayê Peymana Navokî bifilitînin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Duşemiyê bi şev li Twitterê nivîsî: Bi qasî 20 mehan sê welatên ewropî yên endamê Peymana Navokî siyaseta bejn tewandina li ber tiştê ku Amerîkayê disepand, dişopandin û ji ber vê yekê ev peyman ketiye ber metirsiyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Sê welatên ewropî dikarin Peymana Navokî bifilitînin, lê ne bi bejn tewandin li ber Amerîkayê û anîna zextê ser aliyê sozdar (Îran), belkî divê biwêrin û sozên xwe cih bînin.

Dewleta Amerîkayê Gulana 2018an bi awayê yekalî û berovajiya Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, ji Peymana Navokî derket û boykot ser gelê Îranê sepandin.

Komara Îslamî ya Îranê piştî salekî sebra stratejîk û li pey serxwenegirtina soza Ewropayê jibo cebirandina dûhatên nerênî yên boykotên Amerîkayê, pêvajoya kêmkirina hêdî hêdî ya Peymana Navokî dest pê kir.

Îranê heta niha 4 Pêngav di vê rêkê da rakirine û destnîşan kiriye ku heta wê çaxê ku hevsengiya Peymana Navokî ji nû va pêk neyê, dê vê rêkê bidomîne.