Pêşnimêjê Têhranê: Berxwedana gelê herêmê ji Aşûrayê hatîye fêrbûn û wergirtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i308227-pêşnimêjê_têhranê_berxwedana_gelê_herêmê_ji_aşûrayê_hatîye_fêrbûn_û_wergirtinê
Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê amajeyî berxwedana gelên Sûrîye, Libnan, Iraq, Behrêyn û Yeemnê ya himberî zorbêjan kir û pêgirî kir: Berxwedana gelê herêmê ji Aşûrayê hatîye fêrbûn û wergirtinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 13, 2019 11:33 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê Têhranê: Berxwedana gelê herêmê ji Aşûrayê hatîye fêrbûn û wergirtinê

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê amajeyî berxwedana gelên Sûrîye, Libnan, Iraq, Behrêyn û Yeemnê ya himberî zorbêjan kir û pêgirî kir: Berxwedana gelê herêmê ji Aşûrayê hatîye fêrbûn û wergirtinê.

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê Hucet ul Islam Seyîd-Mihemedhesen Ebûtorabîferd di xutbeyên vê hefteyê yên nimêja înîya Têhranê de bi gotina vê yekê ku Inqilaba Islamî ya Îranê eva çil sal in ku bi fêrbûna ji Aşûrayê gellek tiştên mayinde bi dest xistine, dîyar kir: Aşûrayê bi dersa berxwedan, agahbûn û zanebûnê, çanda roja îro ya civakên mirovî veguhertîye çanda inqilabî, berxwedêr û serketî.

Wî pêgirî kir ku divê misilman dijminên xwe nas bikin û got: Amerîka û zorbêj dilgiranê serketinên Bereya Berxwedanê ne.

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê herwiha amajeyî boykotên zalimane yên Amerîkayê yên dijî Îranê kir û got: Îran bi derswergirtin û fêrbûna ji bûyera Aşûrayê di şerê tam ê aborî yê welatên rojavayî ku dijî Têhranê bi rê xistine, yê ser keve.