Daxûyaniya meclîs şarezayên rêberiyê bi minasibeta hilbijartinên Îranê
Serokê meclîsa şarezayên rêberiyê bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên Îranê li 19 Gulanê û tekez kir: Li roja hilbijartinê, gelê Îranê nîşan didin ku li riya parastina nizama Îslamî, hertim micid, bi coş û hevgirtî ne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ayetullah Ehmed Cenetî serokê meclîsa şarezayê rêberiyê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Gelê Îranê bi beşdariya çalak û micid li hilbijartinê bi caran meydanên îzet û berpirsiyariya xwe eşkere kirine û li roja îniyê jî jibo cihanîna peywira xwe ya olî, inqilabî û neteweyî dê werin meydanê.
Ayetullah Cenetî ji gelê Îranê spasî kir ku xwe jibo beşdareiyeke bizanebûn û dijmin têkbir li hilbijartinê amade kirine û ji berbijarên hilbijartên xwest ku meselên miaşa gel bi armanca cihhatina aboriya berxwedanê bikin bernama xwe ya sereke û bi darêştian plan û berenamyên hûr û kûr jibo şuxil û xebatê, zêdekirina asta berhemanînê, jiholêrakirina înfalsiyonê, bêkariyê û giranî û kêmkirina qelişta navbera çîn û qatan pêngavan rakin.
Hilbijartinên dazdehemîn dewra serokkomariyê, pêncemîn dewra encumenên Îslamî yên gund û bajêran,roja îniyê 19 Gulana 2017`an dê were lidarxistin.