Pêşbirkên Para-asyayî yên Nagoyayê; Heqîqetşinas mîdala zêr a paratakwandoyê wergirt
Çirî 20, 2026 17:11 Asia/Tehran
Emîr-Mihemed Heqîqetşinas teknîkîtirîn paratakwandokarê Asyayê di pêşbirkên sala 2026an a Mixolistanê da, di pêşbirka fînalê ya kêşa bin 70 kîloyan a Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da li himber “Şûnske” ji Japonyê çû meydanê û bi serkevtina di du gerrên li pey hev da mîdala zêr wergirt.
Bi vî awayî endamên tîma Paratakwandoya Îranê bi bidestxistina pênc mîdalan dawî li rikeberiya xwe di roja duyem a lîstikan da anî; Emîr-Mihemed Heqîqetşinas zêr girt, Zehra Rehîmî mîdala zîv û Perîmah Tûranî, Seîd Sadiqiyanpûr û Meryem Eevdillapûr jî mîdala bronz bi dest xistin.