Li Zanîngeha Îlamê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin
Çirî 07, 2026 19:14 Asia/Tehran
Zanîngeha Îlamê bi awayekî fermî vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ji bo sala nû ya akademîk ragihand.
Hat diyarkirin ku di sala nû ya xwendinê de yê 25 xwendekar ji bo asta lîsansê werin wergirtin.
Piştî Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê, Zanîngeha Îlamê bû zanîngeha duyem li seranserê Îranê ku beşeke akademîk di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de vekir.