Çend nûçeyên li ser tekvando, beskitbol, guleş û volîbola Îranê
Çend nûçeyên li ser tekvando, beskitbol, guleş û volîbola Îranê.
Qaremaniya Îranê di tekvandoya Prêzêdênt Kapa Pakistanê bi 16 mîdalan
Tîma neteweyî ya Îranê bi 16 mîdalan ji wan heft zêr, zîvek û heşt brunzan di pêşbirkên tekwando Prêzêdênt Kapa Pakistanê, bû qareman.
Beskitbola Îranê gihîşt qonaxa çarem a Asiyayê
Tîma neteweyî ya di bin 18 salan a lavikan a Îranê di qonaxa Play of kapa Asiyayê bi tîma neteweyî ya Hindistanê re leyîst û bi encama 83-66 li himberî vê tîmê bi ser ket û hilkişya qonaxa çarem.
Volîbola qaremaniya jinan a Asiyayê: Serketina keçên Îranî di yekem pêngav de
Tîma neteweyî ya volîbola jinan a Îranê di yekemîn pêşbirka xwe ji pêşbirkên qaremaniya Asiyayê li Çînê bi encama 3-1 ji Çîn Taypê bir.
Guleşta azad a Ciwanan a qaremnaiya Cîhanê; Rehmanî derbasî qonaxa berî faynalê bû.
Di kêşa 92 kg, Ebulfezl Rehmanî di qonaxa berî faynalê, Alên Sagarof ji Bulxaristanê bi encama 11-0 işkest da û derbasî qonaxa berî faynalê bû. Rehmanî di qonaxa berî faynalê dê bi Adêryan Sas ji Romaniyê re bilîze.