Weşana kurdî ya Lîsê çar pirtûkên nû bi zimanê kurdî weşandin
Tîrmeh 26, 2026 16:01 Asia/Tehran
Weşana kurdî ya Lîsê di dewama xebatên xwe di warê weşandina berhemên kurdî de, çar pirtûkn nû bi kurdiya kurmancî weşandin.
Weşana kurdî ya Lîsê li Amedê, çar pirtûkên nû bi zimanê kurdiya kurmancî weşandin ku du pirtûkên helbestan û du pirtûkên çîrokan digre ber xwe.
Fener Rojbeyanî, dîwana helbestên Wefayî, Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî, ji helbestvanên klasîk ên kurd wek dîwan amadeyî çapê kiriye. Wî her wiha dîwana helbestên klasîk ên Melayê Cizîrî amade kiriye û ser avê Dîwan jibo weşandinê amade kiriye.
Du pirtûkên din jî yên Yeqûb Tîlêrmenî ne, komçîrokên vî nivîskarî ser navê Keskeşîn û koma kurteçîrokên wê ser navê Çanda sirgûniyê.