Mijdar 18, 2025 18:32 Asia/Tehran
  • Hewl tê dayîn Şîrwan wek bajarê neteweyî yê Çêkirina Dutarê were tomarkirin

Meryem Celalî Alîkarê Wezîrê Mîrata Çandî di serdana xwe ya Xorasana Bakûr da bi gotina vêya ku pêşeyên destî ji nav malbatan rabûye û koka wê di dîrok û hikmeta îranî da ye, got: Em hewl didin Şîrwanê wek bajarê neteweyî yê Çêkirina Dutarê tomar bikin.

Meryem Celalî vekolandina pêvajoya tomarkirina Çêkirina Dutarê wek bernameyeke herî giring a vê serdanê zanî û got: Me kiryarên seretayî yên têkildarî tomarkirina Çêkirina Dutarê pêk anîne û hewl didin dosye were temamkirin da ku Şîrwan wek Bajarê Neteweyî yê Çêkirina Dutarê were tomarkirin. Ev tomarkirin dikare potensiyêlên xwecihî yên Şîrwanê di asta neteweyî û navneteweyî da berçavtir bike.

 

Serepeyv