Festîvala 'Helperkê' di pêrista rûdanên geştyariyê ya Îranê da hat tomarkirin
Serperestê Rêveberiya Giştî ya Mîrata Çandî, geştyarî û Pêşeyên Destî ya Parêzgeha Kurdistanê got: Rûdana çandî ya 'Helperkê' ya şaristana Baneyê wek nehemîn rûdana geştyariyê ya Parêzgeha Kurdistanê, di asta parêzgehê de û li pêrista rûdanên geştyariyê yên Komara Îslamî ya Îranê da hat tomarkirin.
Serperestê Rêveberiya Giştî ya Mîrata Çandî, geştyarî û Pêşeyên Destî ya Parêzgeha Kurdistanê herwiha got: Festîvala Helperkê her sal di heyama 7 heta 9ê meha Xordadê (teqrîben ji 27 heta 29ê Gulanê) li Şaristana Baneyê tê lidarxistin û wek rêûrismeke çandî û geştyarî ya nasyar a xelkê Kurdistanê tê hesibandin.
Bi tomarkirina vê rûdanê, hejmara rûdanên geştyariyê yên tomarkirî yên Parêzgeha Kurdistanê gihîştiye 9 babetan:
Du rûdanên navneteweyî yanî Rêûrisma daweta Pîr Şalya û Rêûrisma Komsayê
Çar rûdanên neteweyî: Cejna mezin a Newrozê ya Sineyê, Newroza Tengsîrê, Newroza Zivistanê û Festîvala Tûfiringiyê ya Sineyê li gundê Şiyanê
Du rûdan di asta parêzgehê da: Rêûrisma Hezardefê ya Pelenganê û Festîvala Helperkê ya Baneyê
Û; rûdaneke xwecihî: Festîvala Tirî ya Hesen Avayê li Yasûkenda Bîcarê
Herwiha Festîvala Gulavgirtinê ya Baneyê jî di qonaxa tomarkirinê da ye.