Merasîma oxirkirina derhênerê navdar ê îranî Nasir Teqwayî li Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i356652-merasîma_oxirkirina_derhênerê_navdar_ê_îranî_nasir_teqwayî_li_tehranê
Merasîmeke oxirkirinê ji bo Nasir Teqwayî yê rehmetî li Tehranê bi beşdarbûna çêkerên fîlman û hevkarên hunermendê rehmetî hate lidarxistin.
(last modified 2025-10-16T10:50:32+00:00 )
Çirî 16, 2025 14:19 Asia/Tehran
  • Merasîma oxirkirina derhênerê navdar ê îranî Nasir Teqwayî li Tehranê

Merasîmeke oxirkirinê ji bo Nasir Teqwayî yê rehmetî li Tehranê bi beşdarbûna çêkerên fîlman û hevkarên hunermendê rehmetî hate lidarxistin.

Homayûn Esediyan, birêvebirê Mala Sînemayê, di destpêka merasîmê de got: Ev amadebûn ji bo xatirxwestina yek ji mezinên sînemaya Îranî ye. Ez li ber mirovekî ku jiyanek bi durustî û rûmet jiyaye, serê xwe ditewînim.

Di beşek din a merasîmê de, dengê Teqwayî yê nemir hat weşandin ku di beşek ji wê de wî li ser çêkirina fîlman axivî û tekez kir: Ez dixwazim fîlmê ku ez jê hez dikim çêbikim. Ger ez nikaribim fîlmek çêbikim, ez ê wêneyan bikşînim û ger ez nikaribim wêneyan bikşînim, ez ê berê xwe bidim perwerdehiyê.

Derhênerê sînemayê yê Îranî yê navdar, Nasir Teqwayî, di 14`ê Cotmehê de koça dawî kir.