Cotmeh 21, 2024 16:08 Asia/Tehran
  •  Bermahiyên keleheke 1600 salî li Heskîfê hatin keşifkirin

Kevnarenasan bermahîkên keleheke 1600 salî ya romî li Tirkiyê keşif kirin.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Live Scienceê, Kevnarenasan bermahiyên keleheke leşkerî ya romî ya sedsala 4an a Mîladî li başûrê rojhilatê Tirkiyê keşif kirin ku raboriyên dîrokî, avakirina kelehê di dema Qiral Konstantiyûsê Duyem (Constantius II) piştrast dikin.

Bermahiyên vê kelehê li navçeya Hesenkîfê ku ji cihên herî kevn ên cîhanê ye ku berdewam wek cihê jiyanê hatiye biakranîn, hatiye keşifkirin. Di heyama 10 hezar salan da, zêdetirî 20 çandan ji wan Aşûrî, Bîzansî û Osmaniyan ev cihê jiyanê li qiraxa Çemê Dijleyê ava kirin.

Dema ku romî hatin Hesenkîfê, kelehek ji bo geşt û geriyanê li sînorê qiraltiya xwe digel Îranê ava kirin.

Lêkolînên kevnarenasiyê ku van salan li Hesenkîfê pêk hatine bûne sebeb ku hin alav û amûr ji serdemên cûrbicûr da bên keşifkirin. Daily Sabah'ê ragihandiye ku hespê cerr ji Serdema Hesin, neq û nîgarên gulan li ser dîwaran ji sedsana 13 heta 14an û tabûtên misilmanan ji Serdema Osmanî ji nîşanb û alavên keşifbûyî li vê deverê ne.

Serepeyv