Medreseya Xan a Şîrazê; Raveya dîroka zanistê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i346300-medreseya_xan_a_Şîrazê_raveya_dîroka_zanistê_li_Îranê
Medreseya Xan a Şîrazê bi kevnatiya derdora 450 salî nîşana kevnatî û raborîya dewlemend a zanistê li Îranê ye.
(last modified 2024-01-31T12:13:16+00:00 )
Çile 31, 2024 15:42 Asia/Tehran
  • Medreseya Xan a Şîrazê; Raveya dîroka zanistê li Îranê

Medreseya Xan a Şîrazê bi kevnatiya derdora 450 salî nîşana kevnatî û raborîya dewlemend a zanistê li Îranê ye.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Medreseya Xan a Şîrazê 100 hucreyên xwe hene û sala 1595an li Taxa Îshaq Bega Şîrazê hat damezirandin û di lîsteya şûnwarên neteweyî yên Îranê da hatiye tomarkirin.

Medreseya Xan a Şîrazê ji avahiyên binirx ên zanistên dînî ye ku hevdem digel desthilatdariya Şah Ebbasê Sefewî û li ser destûra Ellahvêrdîxanê Gurcî bi armanca hînbûna zanistan li bajarê helbest û wêjeyê hat avakirin.

Ellahvêrdîxanê Gurcî bi vî karê xwe zanîngeheke rasteqîn di wê serdemê da ava kir ku Hikmet, Fêqh, Edeb, Stêrknasî, zanista Hesabê, Hindise, Erdnasî, Canlibernasî, Giyanasî û Kîmya di vê medreseya dîrokî da dihatin fêrkirin.

Medreseya Xan a Şîrazê bi armanca perwerdekirin û fêrkirina zanyaran hat avakirin û Mela Sedra ramanwerê îranî ji bo hînkirinê bo vê medreseya dîrokî hat vexwendin û nav û dengê Medreseya Xan a Şîrazê belav bû.